|
Ürün Açıklaması
|
Ji bo ku zarokek bibe mirovekî serkeftî û xwedî wijdan û xwedî exlaqeke paqij, divê bixwîne û bizanibe ku dê çi bixwîne. Ji bo ku bizanibe dê çi bixwîne, divê bibe xwedî estetîkek û bikaribe muhakeme bike û bifikire. Ji bo ku bibe xwedî estetîkek û bikaribe şiyana muhakemeyê bi dest bixe, divê berhemên edebî yên ji her alî ve serkeftî bixwîne. Ji bo ku van berhemên serkeftî bixwîne, divê, rêber û mezinên wî û heke hebe civat,milet, welat û dewleta wî û helbet nivîskarên welatê wî mil bidin hev û ji bo wî her çi lazim be, amade bikin û pêşkeşî wî bikin. Li gor vê rastiyê, di vê xebatê de ji aliyê çapemenî û medyayê ve ji bo zarokên Kurd çi hatibe kirin, weku bîbliyografiyayek hatiye dayîn. Her wiha yekem kovara zarokan a Kurdî ku bi navê « Girr û Galli Mindallanî Kurd » bi zaravayê Soranî derçûye, hatiye kurmancîzekirin û digel nusxeyên xwe yên orjînal hatiye weşandin.
|
|
|
Ürün Detayı
|
ISBN:
|
9786059413350
|
Yayıncı: |
Nubihar Yayınları |
Yazar: |
Kolektif |
Dil: |
Kürtçe |
Sayfa Sayısı: |
183 |
Ağırlık (gram): |
300.00 |
Cilt: |
Ciltsiz |
En (cm): |
13.50 |
Boy (cm): |
21.00 |
Kağıt Cinsi: |
2. Hamur |
|